Nêrînên penaberên Rojava ji hilbijartinên Sûriyê re

Li Sûriyê îro, 13ê Nîsanê hilbijatinan giştî yên Parlementoya Sûriyê birêve diçin, penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin dibêjin, heger rast rêjîm dixwaze xizmeta miletê xwe bike, bila penaberên ku li welatên cîhanê belav bûne, vegerîn Sûriyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1598bd57-e368-405d-9644-d7754a36bbf3/zardasht.ism/manifest

K24 – Kampa Qoştepe  

Li Sûriyê îro, 13ê Nîsanê hilbijatinan giştî yên Parlementoya Sûriyê birêve diçin, penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin dibêjin, heger rast rêjîm dixwaze xizmeta miletê xwe bike, bila penaberên ku li welatên cîhanê belav bûne, vegerîn Sûriyê.

Peyamnêrê K24ê li Kampa Qoştepe nêrînên penaberên Rojavayê Kurdistanê şopand, penaberan jî helwestên xwe ji K24ê re ragihandin.

Penaberê bi navê Nafêi ji K24ê re got: “Em wek miletê Kurd, em ne beşek in ji van hilbijartinan. Heger em beşek bana di dema hilbijartinên berê de lîsteya sîberê dernediketin. Ne hêviyên me û ne sûda me wek Kurd tê de nîne.”

penaberekî din jî got: “Ev hilbijartin ne di demê xwe de ne, heger rast rêjîm dixwaze xizmeta miletê xwe bike, bila penaberên ku li welatên cîhanê belav bûne, vegerîn Sûriyê.”

Penaberekî din jî dibêje: “Ev hilbijartin ne rewa ne, rêjîm nikare li hemû parêzgehan sindoqan jî belav bike. Rêjîm dê hilbijartinan ji kê re bike, sê çarîkên miletên Sûriyê bûne penaber, beşek jî hatiye kuştin. Hilbijatin di dema berê de jî ti sûde me tê de nebû, niha jî ti sûda me tê de tune ye.”

li Sûriyê hilbijartinên giştî bo hilbijartina 255 parlementeran tên encamdan. Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) bayokirina hilbijartinê ragihand. Herwiha Rêveberiya Xweserî jî duh hilbijartin baykot kir û ragihand ku li deverên rêveberiyê ti hilbijartin pêk nayin.