Bo çi Amerîka piştevaniyê li yekgirtina Iraqê dike

Beşek ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ne lihevkirina aliyên siyasî bûye sedema sereke ku Kurd di çarçova Iraqê de maye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/443bbe77-fa21-4a6b-aed2-0315d0b4741f/KURDU%20BAXDA.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Beşek ji partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ne lihevkirina aliyên siyasî bûye sedema sereke ku Kurd di çarçova Iraqê de maye.

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê herçend ku dibêjin, bawerî bi Iraqê bi Iraqekî yekgirtî nemaye, lê heta niha her di çarçoveya Iraqê de maye, her demekê jî şandeke Kurdî serdana Bexdayê dike.

Endamekî Polîtbîroya Tevgera Îslamî ya Ebdulah Wertî Kurdistanê rexne li siyaseta hin partiyê Kurdistanê dike, ku piştevaniya mana Kurd di nava proseya siyasî ya Iraqê dikin.

Berê, dabeşbûna Iraqê li ser 3 herêmên cuda, projeyeke Cîgirê Serokê Amerêkayê Joe Biden bû, lê niha rêveberiya Koşka Spî piştevaniya mana Iraqeke yekgirtî dike.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye, ku ne lihevkirin û nebûna yekhelwest û yekrêziya partiyên Kurdistanê, derfeteke zêrîn bo pêşerojeke baştir jidest dide.

Aliyê çepgir tevî nakokiyên aydolojî ligel welatên rojava, di warê siyasî de, di wê baweriyê de ne, ti guhartin di helwesta Amerîka beramberî çarenivîsa Kurd rû nedaye.

Tevî pirsgirêkên navxweyî, piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê ku li ser wê yekdeng in, ku daxwaza destnîşankirin û biryardana çarenivîsa Kurd li Iraqê dikin.