Hilbijartinên Parlementoya Sûriyê û nêrînên cuda

Li Sûriyê îro, 13ê Nîsanê hilbijatinan giştî yên Parlementoya Sûriyê birêve çûn, hilbijartinên giştî jî bo hilbijartina 255 parlementeran tên encamdan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aedecfeb-bf8b-4b24-9154-b73455f80196/mewan.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Sûriyê îro, 13ê Nîsanê hilbijatinan giştî yên Parlementoya Sûriyê birêve çûn, hilbijartinên giştî jî bo hilbijartina 255 parlementeran tên encamdan.

Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) bayokirina hilbijartinê di 10 Nîsanê de bi daxuyaniyekê de ragihand. Herwiha li gor ENKSê, encamdana hilbjartinên parlementoyê wek hevrêkiyekê ji vîna civaka navdewletî re û ne pabendbûnek ji aliyê rêjîma Sûriyê bi pêkanîna desthilateke veguhêz tê.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweserî jî duh hilbijartin baykot kir û ragihand ku li deverên rêveberiyê ti hilbijartin pêk nayin.

Hin sindoqên dengdanê li navendên rêjîmê, taxên Xiristiyan, taxa Navîn û taxa Tey li Qamişlo hatibûn danan.

Li gorî nerînên xelkên deverê, ev hilbijartin ne rewa ne ji ber zêdeyî nêvî miletê Sûriyê li derveyî welêt in. herweha ti rewatiya parlemantoyê bixwe nemaye, jiber şer û pevçûn li tevaya bajarên Sûriyê berdewam in.