Li Tirkiyê hejmara zarokên girtî zêde bûye

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, niha li girtîgehên Tirkiyê 2 hezar zarok hene û 525 zarok jî mehkûm in.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3301cd9f-69e2-48f2-82ef-4114d0f44e71/RewshaZarokenKuGirtigehanDeDiminin.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê bûyera li Weqfa Ensarê ya îstismarkirina zarokan cihekî berfireh girt û rê li ber nîqaşên tund vekir. Piştî vê bûyerê rewşa wan zarokên di girtîgehan de jî bû cihê nîqaşan. Rêxistinên Mafên Mirovan dibêjin hejmareke mezin ya zarokan di şert û mercên dijwar yên girtîgehan de têne îstismarkirin.

Ev zêdetirî mehekê ye bûyera li Weqfa Ensar ya destdirêjahiyê di rojeva Tirkiyê de ye. Li wargeheke Weqfê bi dehan zarok rastî destdirêjahiya mamosteyekî hatibûn.

Bi vê bûyerê îstisrmarkirina zarokan û rewşa wan zarokên di girtîgehan de dimînin di siyaseta Tirkiyê de bû cihê nîqaşan.

Li gorî raporta komeleya "di girtigehan de zarok" li Tirkiyê 120 hezar zarokên temenê wan di navbera 12-17an de ne di bin kontrola dadgehan de ne û li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyê niha li girtîgehên Tirkiyê 2 hezar zarok hene û 525 zarok jî mehkûm in. Komeleyên li ser zarokan dixebitin û doza wan dişopînin balê dikşînin li ser destdirêjahî zarokan ya di girtîgehan de û dibêjin rewşa zarokên girtî cihê metirsiyê ye.derbarê vê mijarê berpirsê Komeleyê Ezgî Koman ji K24ê re got:"Me bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîn, lê belê dewlet her tim destdirêjî û tundiya li ser zarokan wedişêre. Di  gîrtigeha Enqerê de, Edene û Erziromê de zarok bi tundî û  destdirêjiyan re rûbirû man. Ev rûdanan bi awayekî sîstematî têne meşandin. Pêwîste girtîgehên zarokan bêne girtin."

Parêzer Hasan Erdogan jî ji ber rewşa zarokên girtî di metirsiyê de ye û dibêje cihê zarokan ne girtîgehin lê belê niha wezareta dadê hewl dide ku çend girtîgehên din yên zarokan çê bikin. Û wiha ji K24ê re axifî:"Ev zarokên ku niha li girtigehan de dimînin di hemû warên jiyanê de têne îstîsmarkirin. Bi taybetî zarokên ku bi sedemên siyasî têne girtin li nava mezinan de têne bicihkirin û li wê derê rastî hemû xirabî û kirinên kirêt tên."

Di mehên dawî de hejmara zarokên girtî zêdetir dibin. Li gorî parêzer û komeleyên zarokên ew zarokên di girtîgehan de rastî îstismarkirinê tên piştî serbest tên berdan berê xwe didin karên nebaş.