Con Kêrî: Şerrî dijî aydolocîya û pirûpaginde yên Daişê dikin

Con Kêrî, wezîr ê derve yê Emerîkayê ragehand: Hevpeymanî ya dijî Daişê bi serkirdatî ya Emerîkayê dê berdewam bibe li ravnan a Daişê û kuştin a serkirde yên wan û bi armanckirin a jêder ên darayî yên wê rêkxistîyê.

K24- Hewlêr:

Con Kêrî, wezîr ê derve yê Emerîkayê ragehand: Hevpeymanî ya dijî Daişê bi serkirdatî ya Emerîkayê dê berdewam bibe li ravnan a Daişê û kuştin a serkirde yên wan û bi armanckirin a jêder ên darayî yên wê rêkxistîyê.

Con Kêrî, dibêje: li gel hevpeymanan dê berdewam bîn li ser ravkirin a wan û ji navbirin a serkirde yên wan, em dê berdewam bîn li bi aramanckirin a jêder ên darayî yên wan û zûhakirin a wan jêderan û li seranser a cîhanê şerr ê dijî aydolocîya û pirûpaginde yên Daişê dikin.

Herweha Con Kêrî got jî: Em vekolînê li hemû kar ên tundûtçjîyê dikin li Surya û Îraqê, li hemû cihekê em li dijî destdirêjîyê ne û harîkarî ya hemû qurbanî yên tundûtîjêyê  dê bikin. Hinek kes hizr dikin aştî û aramî bo Surayê navegere û welat ên wan carek a din nahê avakirin. Ez dibêjim weha nîye, herçende karek girane lê ne ya mehale.

Hevdem Con Kêrî got: Em li dûv çareserîyek a aştî û sîyasî bo Suryayê digerîn, bi awayekê bikarîn harîkarî ya mirovî bigehînîn dever ên dorpêçkiriî û agirbestê li wî welatî biçespînîn. Bêtawanan ji zîndanan rizgar bikin. Em hewl a wê yekê didîn hikumetek a veguhaztinê pêk bihînîn di çarçove ya danîştin ên Cinêvê û biryar ên Civat a Asayîşê de, ev bow ê yekê ye şerr ê 5 salî ya Sûryayê bi dawî bihê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/243e0df8-98c8-43c0-bd51-0f7bac75b188/kerry-isis-syria.ism/manifest