Kongreya Cenêvê di navbera TEV-DEM û ENKSê de

Bi destpêkirina gereke nû ji danûstandinên kongreya Cenêvê , partiyên di nav Rêveberiya Xweser a Demokratîk de tekez dikin ti pêwendiya wan bi encamên kongirê nîn e. Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di wê baweriya de ne, ku careseriya krîza Sûriyê dê li Cenêvê be û divê Kurd bi hemû karînên xwe tevlî danûstandinan bibin.

K24 – Qamişlo

Bi destpêkirina  gereke nû ji danûstandinên kongreya  Cenêvê , partiyên di nav  Rêveberiya Xweser a Demokratîk de tekez dikin ti pêwendiya wan bi encamên kongirê nîn e. Encûmena Niştîmanî  ya Kurd  li Sûriyê (ENKS) di wê baweriya de ne, ku careseriya krîza Sûriyê dê li Cenêvê be û divê Kurd bi hemû karînên xwe tevlî danûstandinan bibin.

Hejmarek aliyên siyasî yên di nav Rêveberiya Xweser a demokratîk de cî digrin, di kongireke rojnamevanî de , nerazîbûna xwe ji dûrxistina nûnerên Encûmena Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser enîn ziman. Li gor beynameya ku hate xwendin Rêveberiya Xweser dê berdewam be bi avakirina sîstema federalîzmê li herêma Rojava û Bakurê Sûriyê.

Nûnerê TEV-DEMê Telal Mihemed got: “Em tekez dikin ku em ligel çi karê ku bê kirin bo dîtina çareyeke siyasî bo krîza Sûriyê re ne. lê em dibêjin ku çi kongire bêne lidar xistin û çi giftûgo bêne kirin ku em wek nûnerê gelê sûriyê û gelê kurd ne di nav de bin, ti pêwendiya me bi encamên kongirê nîn e. Kongreya Cenêv3ê dê ne serkeftî be.”

Ji aliyê xwe ve, endamên ENKSê rijd in li ser berdewamiya ENKS di nav danûstendinên kongira Cenêv3ê de, ji ber ku li gor gotina wan çareserkirina krîza Sûriyê dê li cinêvê be. Berovajî vê yekê vekişandina nûnerên ENKSê ji danûstendenên Cenêvê li ser daxwaza hin ciwanên Rojavayê Kurdistanê bê mifa ye û ti guhertinê li ser erdê çê nake.

 Serkirdeyê ENKSê Nafî Ebdulah ji K24ê re got: “Divê em berdewam bin di kongreya Cenêvê de, ji ber ku çareseriya krîza sûriyê li Cenêvê ye. Emê wek ENKSê belgenameyek di nav me û Hepeymaniya Opozîsyona Sûriyê de heye, li gor belgenameyê dê doza gelê Kurd li Sûriyê bê çareserkirin.”

Biryar e ku di çend demjimêrên bê de gereke nû ji danûstendinên kongira cinêvê 3ê di navbera rêjîm û opozêsyona Sûriyê de  dest pê bike, ew jî bi mebesta dîtina çareyeke siyasî ji bo rawestandina şerê Sûriyê bi çavdêriyeke navdewletî, lê careke din ji bilî daxwaza fedralîzmê, pêkanîna şandeke kurdî serbixwe di kongira navhatî de mîna hêviyekê ji gelê kurd re dimîne.