Daxwaz dihê kirin mozexaneyek a taybet bi Enfalê bihê vekirin
K24- Hewlêr:
Peymangeh a Dadwerî ya Herêm a Kurdistanê, daxwaz vekirin a mozexaneyek a taybet bi kelûpel ên qurbanî yên Enfalan dikin û di pîşngehekê de pişkek ji paşmayî yên wan qurbanîyan dihên nimyîşkirin ku ji alî yê rijêm a Beisê hatin zîndeçalkirin.
Pêşmergeyek jî dibêje: Em hatîne vîyan a xwe bihêz bikin, heya nehêlîn carek a din ev karesat li Herêm a Kurdistanê dûbare bibe.
Hemû bi hûrî lê diramînin, li wan dîmenan dinerin, ku 28 sal berî niha rijêm a Beis dij bi gel ê Kurd encamp dayîn.
Peymangeh a Dadwerî ya Herêm a Kurdistanê, dibêje: Me gelek kerist û kelûpel hene, Me cih nine têde hikgirîn, wek desteserkirîyanin, em tika dikin bihên azadkirin.
Peymangeh a Dawerîyê ûmêd dike, rojek bihê cihek taybet bo van keristeyan hebe, daku her geştîyarek, yan her berpirs û nwêner ên welat ên cîhanê dema dihên Kurdistanê, berî bînîn a her tişt, evan dîmenan bibînin, heya bizanin Kurd hemû ev qonax di dem a bûrî de bûranîne.