Li Farqîna Bakurê Kurdistanê opersyon destpê kir

Li gor nûçeyên belav bûyî tê gotin ku, 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Farqînê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) operasyonên berfireh pêk tên.

Li 4 taxên Navçeya Farqînê roja pencşemê qedexeya derketina derva hatibû ragijhandin û piştî vê yekê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li derûdora  Malê Gir û Malê Çehlê operasyonên asimanî pêk anîn û bi firok û balafiran dan ber bombeyan.

Li gor nûçeyên belav bûyî tê gotin 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Herwiha ajanseka nêzikê PKKyê jî diyar dike ko li devera ko hatiye bombebaran kirin perçeya laşên mirovan û cilên gerîlayên ko şewitîne hatine dîtin. Lê belê heta niha ji aliyê PKKyê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.