Saziyên DBP û HDPê li dijî girtinên siyasî nerazî ne

Hevserok û nûnerên Partîya Herêman ya Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk KCDê bi Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Diyarbekirê û nûnerên saziyên sivîl re kom bûn û bertek nîşanî desteserkirinên siyasetmedarên wan dan. Hevserokê BDPê Kamuran Yuksek ragihand ku, heger rêyên hêviyên aştiyê bêne girtin dê gelê Kurd ji xwe re rêyeke din xêz bike.

K24 – Diyarbekir

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de 14 siyasetmedarên DBPê hatin zindankirin û Hevserokê DBP-ê Alî Şîmşek jî di nav de hejmarek siyasetmedar jî hatin desteserkirin.

Li ser navê saziyan Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek axivî û got; “Operasyonên li ser rêxistinên jin û saziyên sivil de tên kirin bêhiqûqin û ev bincavkirin û operasyon berdawamiya şerê li Bakurê Kurdistanê ye.”

Li gorî daxwdiyaniya Yuksek, ji destpêkirina şerê li Bakur ve 768 sivîlan canê xwe ji dest dane û Hezar û 100 kes jî hatine desteserkirin.