Qamişlo: Bo xurtkirina rola ciwanan dîdarek birêv çû

Bi mebesta rêxistin û gengeşekirina rola ciwanên Rojavayê Kurdistanê di jiyana siyasî de li deverê, hejmarek saziyên sivîl li bajarê Qamişlo çalakiyek bi navê “Dîdara Ciwanan” saz kirin. Serperiştên hevdîtinê dibînin ku di dema borî de tevgera siyasî ya Kurdî ti rol ji ciwanan re nehiştiye. Herwiha berdewam nifşê ciwanan ji serkirdeyetiya partiyan hatiye dûristin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/de4c4b2f-f6f8-4ada-b345-283c12709246/Ciwan%20-%20qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bi mebesta rêxistin û gengeşekirina rola ciwanên Rojavayê Kurdistanê di jiyana siyasî de li deverê, hejmarek saziyên sivîl li bajarê Qamişlo çalakiyek bi navê “Dîdara Ciwanan” saz kirin. Serperiştên hevdîtinê dibînin ku di dema borî de tevgera siyasî ya Kurdî ti rol ji ciwanan re nehiştiye. Herwiha berdewam nifşê ciwanan ji serkirdeyetiya partiyan hatiye dûristin.

Serpirştiyarê Dîdara Ciwanan Şiyar Îsa derbarê çalakiya xwe de ji K24ê re got: “Rewşa ciwanan rewşeke aloz û awarte ye ji ber ku xort nayin temsîlkirin, û heger bên temsîlkirin nûnerên wan hebin bê deng in, di wan cihan de weke dîkora ne. Em dixwazin xwediyê dengekî bin. Em dixwazin xwediyê bandorekê bin.”

Li gor hin çalakvanên beşdar di Dîdara Ciwanan de, Rêveberiya Xweser a Demokrat roleke neyînî û berçav di diyardeya koçberiya gêncên Rojava de dilîze, ew jî di riya sepandina yesaya erkê xweparastinê ango leşkeriya neçar wek ku ENKSê binav dike, lê berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin, ku diyardeya koçberiya xortên Rojava diyardeyeke kevn e û negirêdî ye bi zagonên kantonan.

Serokê Ençûmena Cîbicîkar li Kantona Cezîrê Hekem Xelo ji K24ê re got: “Sedemên penaberiyê gelek in, zihniyeta propoganda ku partiyan çê kiriye, rewşa aborî, rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn bi tevahî ye, herwiha di hizra ku bi 10ê salan ne ku me çareseriya xwe di penaberiyê de didît de ye.”

Li gor hin şopîneran li Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin ji gêncên xwedan karîn û şiyan heye, lê ta niha tevgera siyasî ya Kurdî nikarî hêz û tewaneyên van gêncan bi awayekî kirdarî veberhênan bike, ji ber vê yekê piraniya ciwanan berê xwe didin saziyên civaka sivîl.