Fazil Mîranî: Piştî hevdîtinên ligel Bexdayê biryara xwe didin

Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî ji rojnamevanan re ragihand ku, piştî piştî hevdîtinên ligel Bexdayê em biryara xwe derbarê hevpariyeke rasteqîne li Bexdayê yan encamdana referandûmê didin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4ae02205-2d1a-49d9-9eaa-f6373ad12a4b/Fazl%20mirani.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî ji rojnamevanan re ragihand ku, piştî piştî hevdîtinên ligel Bexdayê em biryara xwe derbarê hevpariyeke rasteqîne li Bexdayê yan encamdana referandûmê didin.

Piştî civîna her du Polîtbîroyan, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurd (YNK), Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî ji rojnamevanan re ragihand ku, Ku şandek bi beşdariya hemû aliyên siyasî diçin Bexdayê û guftûgo ligel hikûmeta Bexdayê û berpirsên Iraqê bikin.

Mîranî da zanîn, piştî hevdîtinên ligel Bexdayê em biryara xwe derbarê hevpariyeke rasteqîne yan encamdana referandûmê didin.

Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro civînek li Pîrmamê birêve birin.