Haco: Heger federalîzm erê nebe Sûriye yekgirtî namîne

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriryê (ENKS) daxwaza civînekê ji Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura dike. Endamekî ENKSê jî dibêje, ewê behsa federalîzmê bi De Mistura re gotûbêj bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7cd11b42-b55e-4c31-ae0f-617c41e8e917/r1.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriryê (ENKS) daxwaza civînekê ji Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura dike. Endamekî ENKSê jî dibêje, ewê behsa federalîzmê bi De Mistura re gotûbêj bikin.

Endamê Komîteya Derve yê ENKSê Kamîran Haco ji Cenêvê de ji K24ê re derbarê hevdîtina ligel De Mistura aşkere kir û ragihand, daxwaza wan bo nêrîna ENKSê derbarê çareserkirina pirsa Sûriyê bi giştî û pirsa Kurdî bi taybetî bigihînin De Mistura, ji ber ku nakokî di navbera wan û opozîsyona Sûriyê de heye.

Haco got: “Em beşek in ji opozîsyona Sûriyê ne, herwiha em nûnerê Kurd in di nava şanda opozîsyonê de, ev şand wek koalisyonekê ye normal e tê de seculer, îslamî û leşker û Kurd hebin.”

Haco amaje kir ku, ewê pirsa federalîzmê û îzmeyên ku ENKSê berya demekê komkiribûn bigihînin De Mistura, herwiha nêrîna ENKSê derbarê çareseriya Sûriye û pirsa Kurd bigihînin De Mistura.

Haco got: “Em nabêjin ku ENKSê hêza xwe heye û dê federalîzma xwe li Sûriyê ferz bike, xwendina me ji rewşa siyasî ew e ku heger çareserkirina krîza Sûriyê ne bi çareya federalîzmê be, Sûriye yekgirtî namîne.”

Haco diyar kir, tiştê niha ENKSê û opozîsyonê lihev kirine ew e ku hemû desthilat di destê desteya veguhêz de be, ti rola Serokomar  jî nemîne.

Haco aşkere kir ku, wan di riya Nûnerê Almanî re daxwaza hevdîtinê ligel De Mistura kirine, lê hîn ti bersiv derbarê hevdîtinê nebirine.

Haco amaje bi federalîzma ku TEV-DEMê ragihandiye kir û got: “Ew ne federalîzm e, naveroka wê hîn wek Rêveberiya Xweser e, tenê navê wê hatiye guhartin.”