Hemo: Cenêv sîwaneke girîng e bo Kurd

Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) dibêje, heger PYD û TEV-DEMê rast bana, divê piştevaniya ENKSê bikin, bo zemînekî Kurdayetiyê bê danîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a5948579-0071-4797-86b7-7a594b7a5664/r2.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî  Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) dibêje, heger PYD û TEV-DEMê rast bana, divê piştevaniya ENKSê bikin, bo zemînekî Kurdayetiyê bê danîn.

Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Ebdilbasit Hemo tevlî bultena “Êvarname” bû û ragihand, êrîşa PYD her li dijî birayên xwe ne, ew dûr dîplomasiyetê ne, vajî biryarên navdewletî ne. ENKSê îro balyozê Kurdan e li Cenêvê, ENKSê xwedî projeya ye. Hemo amaje kir jî heger PYD û TEV-DEMê rast bana, divê piştevaniya ENKSê bikin, bo zemînekî Kurdayetiyê bê danîn.

Hemo diyar kir, ENKSê dê ligel Nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura behsa federalîzmê bike, ji ber Cenêv sîwaneke gelekî girîng e bo Kurd.

Hemo amaje kir, îro projeya Kurdistanê bi tevan birêve diçe. Amerîka, Ewropa û Rûsyayê baş Kurd nas dikin, ku bê Kurd pirsgirêka Sûriyê çareser nabe.

Hemo got jî: “Cenêv gevekê berve qonaxa dawî davêje, projeya federalîzm îro projeya Sûriyê ye, Amerîka û Rûsya jî wê dipejirînin, lê divê federalîzmeke cugrafî be, wek çawa ENKSê û di sala 2012an de pêşniyar kiriye û wek çawa PDK-Sê bi navê Herêma Kurdistana Sûriyê binav kiriye.”

Herwiha Hemo got jî: “Divê rola ENKSê li Cenêvê xurtir be û ne li benda hin kesên Ereb bin ku tenê hatine Cenêvê bo dûrxistina Esed. Armanca Kurd netên rakirina Esed e, daxwaza me ew e, ku çawa Kurdistana Iraqê li beranber Iraqê  federalîzm ava kiriye dive em jî federalîzma xwe ava bikin.”

Hemo amaje kir ku, îro nexşeya Rojhilata Navîn tê guhartin, sedsal di ser peymana Sykes – Picot re derbas dibe, narvîna Kurd girêdayî berjewendiyên Amerîka û Rûsya ye.”

Hemo diyar kir û got: “PYDê û Qendîl naxwazin yekîtiya Kurd li Kurdistana Sûriyê ava bibe. Êrîşa PYD li ser nivîsgehên me û binçavkirina hevalê me Ebdilrehman Apo bersivek bû ji daxwazên ciwanên ku yekîtiya Kurd dixwastin re bû. Êrîşa li ser ENKSê tê kirin, ji ber ku ENKSê hilgirê projeya netewî ya Kurdî ye.”

Hemo amaje derbarê pêwendiya ligel TEV-DEMê de got: “Dema ku yekîtiya Kurd li ser bingeha netewî be, di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de be, helbet em amade ne. Em ne li dijî TEV-DEMê wek Kurd, lê em dijî siyaseta TEV-DEM û PYDê ne, ji ber ti projeya wan ya netewî tune ne.”