ENKS li Cênêvê ligel nûnerên Yekîtiya Ewropayê re civiya

Di 13ê vê mehê de, gera siyem a kongreya Cênêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê kir, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) weke beşek ji şanda opozîsyona Sûriyê di wê kongreyê de beşdar e.

K24-Cenêv

Şanda Encûmrna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Cênêvê bi nûnerên Yekîtiya Ewropayê re yên pêwendîdar bi karûbarên Sûriyê hevpeyvîn pêkanîn.

Derbarê wê hevdîtinê şanderê K24ê li Cinêvê ragehand ku, şanda  Şanda Encûmrna Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ya ku, her yek ji Endamê Desteya Bulind a Danûstandinan Ebdulhekîm Beşar, Endamê Şanda Danûstandinê Fûad Elîko û berpirsê pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamîran Haco pêk dihat, ligel nûnerên Yekîtiya Ewropayê re yên pêwendîdar bi karûbarên Sûriyê civiyan.

Li gor agahiyên şanderê K24ê, nerîna ENKSê derbarê çareseriya Sûriyê, Destûra nû, mafê Kurdan û bihêzkirina pêwendiyê Yekîtiya Ewropayê û ENKSê babetên sereke yê wê hevdîtinê bûn.

Di 13ê vê mehê gera siyem a kongreya Cênêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê kir, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) weke beşek ji şanda opozîsyona Sûriyê di wê kongreyê de beşdar e.