Angelina Jolie miriye yan na?

Li ser hesabên turên civakî jî gotegotin hat belavkirin, ku Angelina canê xwe jidest daye. Lê Lîstikvanê Amerîkî Brad Pitt ku di heman demê de hevjînê lîstikvan Angelina Jolie ye, nûçeya mirina hevjîna xwe Angelina red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji aliyê xwe ve, Birayê Angelîna James Haven jî ev nûçe û gotegot red kir û ragihand ku, Angelina niha nexweş e, dibe ku di demên pêş de nikaribe karê xwe di rêxistina UNESCOyê de berdewam bike.

Hin raporên rojnamegerî diyar kiribûn, ku Angelina Jolie ji ber nexweşiyekê di hûrê wê de û “Nexwarinê”, giraniya wê gihêştiye tenê 35 k.g, herwiha bo nexweşxaneyê jî hatiye veguhastin.

Tê zanîn ku Angelina Jolie berya demekê emeliyat di sîng û hinava xwe de kirin, bo bi nexweşiya penceşêrê nekeve.

Lîstikvan û stêra sînemeya Amerîkayê, Angelina Jolie sala 1975an li Los Angelis jidayik bûye, 3 xelatên Golden Globe, 2 xelatên Sandîkaya Lîstivanan û xelata Oscarê wergirtine. Herwiha Angelina Balyoza Niyazpakiyê ya UNESCOyê gelek karên xêrwaziyê bo penaberên Sûrî û karên xwebexişiyê bo zarokan li hemû cîhanê kiriye.