Asayişa Rojav daxwaza muhletê ji partiyan dikin

Asayişa Rojava ji bo nivisgeha Partiya Demokratiya kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û nivîsgeha Yekîtiya Ciwan û Xwendekarên Kurdistanê daxwaza wergirtina muhletên fermî ji saziyên Rêvebiraya Xweser dike. Endamên her du nivisgehên navbûrî tekez dikin ku gefên wisa xizmeta yekrêziya tevgera Kurdî li sûriyê nake. Herwiha dibêjin jî ku tenê fişar li ser saziyên girêday ENKSê têne kirin û di heman demê de rêjîma Sûriyê çalakiyên xwe bi azadî di nava Qamişlo de birêve dibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/104530e2-86c3-44a3-a196-0bb70d01acd3/nivsgeh-qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Asayişa Rojava ji bo nivisgeha Partiya Demokratiya kurdistanê – Sûriye  (PDK-S) û nivîsgeha Yekîtiya Ciwan û Xwendekarên Kurdistanê daxwaza wergirtina muhletên fermî ji saziyên Rêvebiraya Xweser dike. Endamên her du nivisgehên navbûrî tekez dikin ku gefên wisa xizmeta yekrêziya tevgera Kurdî li sûriyê nake. Herwiha dibêjin jî ku tenê fişar li ser saziyên girêday ENKSê têne kirin û di heman demê de rêjîma Sûriyê çalakiyên xwe bi azadî di nava Qamişlo de birêve dibe.

Berpirsê Têkîliyên Giştî yê Yekîtiya Ciwan û Xwendekarên Kurdistanê Şivan Îbrahîm ji K24ê re axivî û got: “Wek çawa li Dihokê li hev kirin û doza lêvegereke siyasî kirin, heger ew lêveger pêk hat û hemû partiyan cihê xwe tê de dîtin, wê demê tu girfit li cem me namîne, emê ji lêvegerê muhleta xwe werbigrin, lê em ji aliyên siyasî çi ENKS yan TEV-DEM be, her wiha Rêveberiya Xweser em ti muhletê wernagoirin.”

Ji aliyê xwe ve Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojava tekez dikin ku, fermandariya navbûrî dezgeheke sivîl e û serbixwe ye û ne girêday Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ye û hêza asayişê tenê fermanên Dozgeriya Giştî cîbicî dike.

Berdevkê Asayişa Rojava Ebdulah Sadûn jî ji K24ê re di vê derbarê de got: “Kes ser qanûnê re tune ye. kaxezin hene wê bînin, dema em çi nisgehê vekin, divê em muhletê bi dest bixin, ji bo kîjan partî bixwaze ku nivisgehekê ji xwe re vekê, gava muhletê werbigire, erkê asayişê ye ku 2 - 3 endaman ji bo parastina nivîsîngehê destnîşan bike.”

Di dema bûrî de hêzên asayişê nivisgeheke Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, li gundê Xezna, her wiha nivisgeha ENKSê li gundê Sîha girt.