li Rojava aliyên siyasî encamên hilbijartinan dinerxînin

Li gor çavdêrên siyasî encamên hilbijartinan nîşana tîkçûna rejîma Sûriyê ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b8a01057-cc57-4f46-872e-8e0f848fdecb/perleman%20Qamishlo.ism/manifest

K24-Qamişêo

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên parlamentoya Sûriyê, komîta dadmendiya Bilind a Hilbijartinan navê 12e kesên ku, bi serketine û kursiyên Parêzgeha Hesekê bidest xistine eşkere kir ew 12e kes ji pêkhateya Ereban e û alîgirên partiya Ba'is in.

Hin siyasetmedarên kurd tekez dikin ku, ragihandina van encaman tê wateya ku, rêjîma Sûriyê ti carî nikare xwe biguhere, dan zanîn ku, ev yek rewatiya rûxandina vê rêjîmê tekez dike.
Ji aliyê xwe ve siyasetmedarên xiristyan li Rojavayê tekez dikin ku, ti carî nûnertiya xiristyan yan jî Kurdan di parlamentoyê de de ne hatiye kirin, ji ber ku,  rêîîm tenê hevalbendên xwe bi ser dixe û ew jî tê wê wateyê ku, ti carî rengê demokrasiyê li cem vê rêjîmê peyda ne bûye.
Tevî baykotkirina hilbijartinên parlamentoyê ji aliye piraniya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, lê hilbijartin birêve çûn, di dema ku, hin alîgirên rêjîma Sûriyê vê yekê weku serketinekê dibînin, lê aliyin din dibînin ku, ev gav nîşana têkçûna rêjîmê ye nemaze piştî ku, ti kes ji bilî endamên partiya Ba'is ji parêzgeha Hesekê beşdarî di parlamentoyê de nekirine.