Li Êlihê otobûsa ku dinav bajaran de kar dike bû ya bûkê

Li Êlihê yekem care tiştekî bi vî awayî dibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1742613f-8eeb-4543-8605-502569b0bff3/Dawetbatman.ism/manifest

 

K24- Êlih

Li Êlihê zavayekî otobûsa ku dinavbajaran de dixebite kir otombîla  bûke. Dema ku, zava otobûs ajot bûk ji paldankên li cem xwe rûniştand. Welatiyên ku, otobusa xemilandî dîtîn bi awayekî şaş û matmayî mêze kirin.

Li Êlihê zavayê binavê Kadrî Akay gaveke balkêş ku, berê nehatiye avêtin avêt. Zavê otobûsa ku, bi deh salan e ajokariya wê dike, kir otombîla bûkê. Çendekek berê Akay bi mehra ku, hatibû çêkirin jiyana xwe bi Fatma Sakli re gihandibû hev. Akay ji bo merasîma dawetê otobûsa xwe xemiland û ligel bûkê piştî tura nava bajêr ku, avêt bi wê otobûsa xemilandî çû hetta salona dawetê.

Bi vê rêwîtiya bûk û zavê dîmenên pir rengîn peyda bûn. Welatiyan heta salona dawetê bi telefonên xweyên destan wêneyên bûk û zavê kişandin.Bi giranî konvoya otomîlaên ya vê dawetê ji otobûs û wesayîtên din pêk hat.

Zavê kêfxweşiya xwe ku, ji bo ku, ew tiştê ku xewn û xeyalê wê di kir ku, di heman demê de pêk hat ji bo Kurdistan24êrava kir û got:"Otobûs karê min bû û min dixwest ku, roja xweşiyê bi otobûsa min bi be otombîla bûkê. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweşim. Pêdiviya gele me bi vê yekê hebû. Li Êlihê yekem care tiştekî bi vî awayî dibe. Me xwest di vê roja me de gelê me jî li bal me be."

Apê zava Cahver Akay jî amaje bi wê yekê kir ku, ev tişt xeyala biraziyê wî bu û  xwestin ku ji gelê Êlihê re tiştêkî bi vîrengî ku, berê nehatiye çêkirin bikin.

Derbarê vê mijarê Apê zavê Cahver Akay ji K24ê re wiha axifî:"Di xeyala wî de ev yek hebû. Bi salan e ku, ew şifêriya otobusê dike. Ji bo ku, vê xeyala xwe bi cih bîne me jî heta salona dawetê bi konvoya otobûsan hevkariya wî kir.  Nexşe li serê ciwanên din. Bila ew jî xeyalên xwe bicih bînin."

Herwiha xizmên bûk û zavê diyar kirin ku, di van rojên nexweş de wan xwestiye ku, tiştekî bi vî awayî cûda bikin da ji gel re jî bibe moral. Dawetê bi beşdariya gelek kesan û bi govendeke duvedirêj û bi coşeke mezin berdewam kir.