Opozîsyonê Sûriyê mercan bo berdewamiya danûstandinan datîne

Şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê biryar da ku danûstandinan rawestin, heta cibicîkirina mercên wê.

K24 – Cenêv

Şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê biryar da ku danûstandinan rawestin, heta cibicîkirina mercên wê.

Ligor zanyariyên  K24ê ji Cenêvê, ku îro şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê daxwaza paşxistina danûstandinan kiriye, ji ber daxwazên wê nehatine cibicîkirin û dê nameyekê pêşkêşî Nûnerê YN yê taybet bo Sûriyê Steggan De Mistura bike.

Her li gor zanyariyê K24ê ku, di civîna îro ya şanda opozîsyonê bi De Mistura re, dê tenê ji şandeke biçûk ku 3 kesan pêk were, dê daxwaza 4 mijaran bikin,  ew jî rakirina dorpêça li ser navçeyên dorpêçkirê, derbaskirina alîkariyên mirovî, pabendbûna bi agirbestê, azadkirina girtiyan û hikûmeta veguhêz in.

Herwiha şanda opozîsyonê dê daxwaza paşxistina danûstandinan bike, heta bersiva wan tê dayîn.