HDP li termên225 kesan dipirse

Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê, li termên225 kesên ku di pevçûnan de canê xwe jidest dabûn, dipirsin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê, li termên225 kesên ku di pevçûnan de canê xwe jidest dabûn, dipirsin.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê xwast ku, parêzgariya Mêrdînê dibêje heta niha 225 kes di pevçûnan de hatine kuştin, gelo termên wan di kîjan bajaran de ne. 

Gulser Yildirim da zanîn, Parêzgariya Mêrdînê dibêje heta niha di operasyonan de 225 terorîst hatine kuştin, gelo çavkaniyên parêzgariyê çi ne?

Yildirim got jî, Termên kesên ku tê îdîakirin canê xwe ji dest dane, di kîjan bajaran de ne. Niha çend term, di taqîkirina DNA de hene û term li ku derê hatine veşartin.