DBP: Divê Îmralî, qendîl û Enqer danûstandinê bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dibêje, bo rawestandina şer divê danûstandin di navbera Îmralî, qendîl û Enqereyê de bên kirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yoksek di daxuyanîyeke rojnamevanî de ragihand ku, heger danûstandin di navbera Îmralî, qendîl û Enqereyê de nebin, wê şer û pevçûn li Bakurê Kurdistanê berdewam bin.
Yoksek ew yek jî da zanîn ku, niha Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdoxan û AKPê naxwazin diyalok û danûstandin hebin, lewma mixabin wê şer û pevçûn bidomin.