Salih Mislim:Em şerê Esed di bin alayên reş de nakin

Di 17ê Adara borî de TEV-DEM û alîgirên wê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Heserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehand ku, ew di bin alayên reş de şerê Esed nakin, da zanîn ku, fedraliya Rojava Sûriyê ji perçebûnê diparêze.

Derbarê şerê li dijî Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed Heserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim di hevpeyvînekê de ligel rojnamya Okaz ya Erebistana Siûdiyê wiha got: "Em amade ne di bin navê Elmaniyetê de şerê Esed bikin, lê em ne amade ne şerê Esed di bin alayên reş de bikin daku Sûriyê bibe xilafetek bi serokatiya Ebo Bekir El-Bexdadî."

Derbarê ragehandina sîstema fedraliyê Mislim da zanîn ku, fedraliya Rojava Sûriyê ji perçebûnê dibarêze,herwiha tekezî li ser yegirtina Sûriyê kir.Herwiha Mislim aşkere kir ku, dema wan fedralî ragehand pirsa xwe bi Amerîka û Rûsyêyê ne kirin.

Di 17ê Adara borî de TEV-DEM û alîgirên wê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandibûn.