Beşar ji PYDê dixwaze tevlî şoreşa Sûriyê bibe

Endamekî Kurd di şanda opozîsyona Sûriyê de, ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dixwaze, pêwendiyên xwe ligel rêjîmê bibire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Kurd di şanda opozîsyona Sûriyê de, ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dixwaze, pêwendiyên xwe ligel rêjîmê bibire.

Endamê Kurd di şanda bilind ya danûstandinên Cenêvê de Ebdilhekîm Beşar ji “Rueters” re ragihand ku, federalîzma PYDê ji aliyekî tenê ve ye û beramber raya giştî metirsiyê li ser pirsa Kurdî çê dike. Herwiha daxwaz ji PYDê kir, dest ji rêjîmê berde û tevlî opozîsyona Sûriyê bibe.

Beşar got jî: “Dema kongreyeke niştîmanî were encamdan û desteyeke damizrêner jê derkeve, emê ber bi dewleteke federal ve biçin, lê tiştê niha hatiye ragihandin derveyî îradeya miletê Sûriyê û civaka navdewletî ye. Ji aliyekî tenê ve hatiye raghandin, ev jî metirsiyeke siyasî ye û raya giştî ya niştîmanî dijî pirsa Kurdî bihêz dike.”

Beşar got jî: “Em wek Encûmena Niştîmanî ya Kurd, em nûnertiya piranya miletê Kurd dikin, lê ne hemû ne. Partiyên din jî li Sûriyê hene. Ji vir de ez daxwaz ji PYDê dikim, ku pêwendiyên xwe bi rêjîmê re bibirin û tevlî şoreşa Sûriyê bibe.”