Çêkirina kulavan bi windabûne re rûbirû ye
K24 – Riha
Li devera Girê sor a Rihayê pîşeyê çêkirina kulavan û hunera mexfûrên kej li gorî demên berê gelek kêm bûye û bi vê yekê keleporeke kevnar a Kurdan jî li Bakurê Kurdistanê tûşî nemanê dibe. Çend hosteyên kulav û kepengan ku mane her çend ji vê rewşê nerazî bin jî ji bo debara jiyana xwe vî karî berdewam bikin.
Hosteyên kulavan dibêjin ku ev 10 sal in vî karî dikin lê belê ji ber ku êdî wek berê kes qîmetê nade vî pîşeyî ew jî zêde kar nakin. Hosteyê Kepengê Erdal Arpacik derbarê karê xwe ji K24ê re axivî û got: "Welatî li zozanan dema pezbiran jî berx birê hiriyê berhev dikin û ji mere tînin û em jî piştî çend merhaleyan vê hiriyê dikin kulav. Di nava kulav de duqat naylon heye û baran tê re derbas nabe."
Hostayê Kepengê Serdar Arpaçik ji K24ê re got: "Ev hirya kutê, paqijkirina wê û amadekirina wê gelekî zehmet e. Taybetî şivan ji bo ber pez kepengê dixwazin welatî jî ji bo mala xwe wek mehfûr bi kar bînin kulav dixwazin. Carna jî em ji bo welatên derveyî Tirkiyê jî dişinin."
Kulav, di nava gel de wek "mala şivanan" tê binavkirin. Ev kulav ji hiriya pez û berxan tê çêkirin. Hiriya pez di makîneya şehkirin û paqijkirinê re derbas dibe û ji bo çêkirina kulav tê amade kirin. Piştre ev kulav ji bo çêkirina mexfûrên kej û kepengê tê bikaranîn.
Şivan Ahmet Demîr ku debara xwe bi şivantiyê dike jî balê dikşîne ser pêwîstî û giringiya kulav ji bo şivanan û dibêje: "Em wan kulavan dema ku em diçin ber pez em dikirin. Dema em li berpezin ev kulav dibe mala me. Ev kulav nebin kes nikare şevên sar û baranî de şivantiyê bike."
Hosteyê kepengê dibêje ku ev kar kedeke zêde dixwaze û zehmet e. Hoste amaje bi wê yekê dikin ku ji derveyî welêt jî sipariş ji wan re tên lê ne wek berê. Herwiha ev kulav û kepeng di navbera 70-80 lireyê Tirkî de tên firotin.