Kesên di êrîşa kîmyewî ya DAIŞê de birîndar bûn li Tirkiyê ne

Hejmareke kesên ji ber êrîşên Kimyewî yên DAIŞê li Tazexûrmatû zirar dîbûn û tunduristiya wan ji dest çûbû, bo naxweşxaneyeke li Enqera Tirkiyê hatin veguhestin. Tîma K24ê serdana nexweşan kir û agahî ji rêvebirên nexweşxaneyê wergirt. Li gorî rêvebiran, Tirkiye bi xwe daxwaz kiriye ku birîndar bo wan bên şandin ku ew wan derman bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f13db941-334d-49d9-a92f-93400718c853/BirindarenTazexurmatuLiTirkiye.ism/manifest

K24 – Enqere

Hejmareke kesên ji ber êrîşên Kimyewî yên DAIŞê li Tazexûrmatû zirar dîbûn û tunduristiya wan ji dest çûbû, bo naxweşxaneyeke li Enqera Tirkiyê hatin veguhestin. Tîma K24ê serdana nexweşan kir û agahî ji rêvebirên nexweşxaneyê wergirt. Li gorî rêvebiran, Tirkiye bi xwe daxwaz kiriye ku birîndar bo wan bên şandin ku ew wan derman bikin.

Di 8ê Adarê de DAIŞê Bajarokê Taze yê girêdayî Selehedîn bi gazên Kîmyewî bombebaran kiribû ku di encamê de hejmareke mezin ya welatiyan di bin bandora wê de man û birîndar bûn. Karwaneke ji wan birîndaran bo tedawî bibin, niha li Paytexta Tirkiyê ne û li nexweşaneya Dewletê ya Polatliya Enqerê têne dermankirin.

Birîndarekî ji K24ê re axivî û got: “Di qirika min de, di laşê min de, di poz û çavên min de şewat heye. Hema hemû laşe min dişewite.”

Li gorî rêvebirên Nexweşxaneyê birîndar li ser daxwaza Wezareta Karên Derve û Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê beriya 2 rojan gihîştine nexweşxaneya wan.  

Rêveberê Nexweşxaneyê Dr.Hûseyîn Arslan derbarê wan birîndaran de ji K24ê re got:“83 nexweşên me hatin, beriya 2 rojan di saet 11:00 şev de, me ew li nexweşxaneya xwe bi cih kirin. Hemû ji ber çekên kîmyewî birîndar bûne.  Me bi alîkariya doktorên beşa şewatê yên Nexweşxaneya Gulhane ya Leşkerî û Nexweşxaneya Nimûneyê dest bi tedawiya wan kir. “

Doktorê Nexweşxaneyê dibêje,  birîna 3 kesan ji ber ku laşê wan şewitiye giran e û ew bi alîkariya doktorên Beşa Şewatê hewl didin çareseriyekê bo wan bikin.

Dr.Selahattîn Bîtîk got: "5 ji wan zarokin. 31 nexweşên me yên Jin û 38 jî Mêr in. Piraniya wan ji pişika xwe birîndar bûne û bo vê yekê bronşît li wan peyda bûye.  Hema hema li hemû birîndaran, nexweşiya çav û nexweşiya çerm peyda bûye."

Yek ji birîndaran dibêje gava pêşî ew êrîşa kîmyewî hate kirin bêhna kukurtê hate me lê me hay jê nebû ku ew gaza kîmyewî ye û piştî demekê ew hay jê çêbûne û hêvî dike ku demildest baş bibe.

Birîndarekî din jî got: “Xelk heye yekser ketiye. Xelk heye teqrîben piştî 13 rojan, 15 rojan heyvekê lê peyda bûye. Lê DAIŞ îşelle namîne li Beşîr; Xelkê Kerkûkê û Pêşmerge bi mere ye. Îşelle em bi hev re rizgar dibin û Pêşmerge me xilas dikin.”

Serjimêra Bajarokê Tazexûrmatû nêzî 40 hezarî ye. Piştî êrîşa DAIŞê ya bi çekên kîmyewî demekê, bandora gaza kimyewî xwe nîşan da û rojbiroj hejmara kesên zirar gihîştiye wan zêde bû û niha ew hejmar ji 4 hezaran derbas bûye. Beriya heyvekê jî komeleke birîndar ku ji 15 kesan pêk dihat bo heman nexweşxaneyê hatibûn veguhastin û hatibûn dermankirin.