Tirkiye bi destdirêjiya li ser zarokan diheje

Li Tirkiyê bajarê Karamanê, mamoste Muharem Buyukturk ku bi destdirêjiya ser zarokan dihat tawanbarakirin, bi 508 sal cezaya girtinê hat cezakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Karamanê, mamoste Muharem Buyukturk ku bi destdirêjiya ser zarokan dihat tawanbarakirin, bi 508 sal cezaya girtinê hat cezakirin.

Ev demeke, Tirkiye bi bûyera destdirêjiya ser 10 zarokên ku di nav Dezgeha Ensar û malên Kaîmderê de dimînin, diheje. Mamoste Muharem Buyukturk ku bi destdirêjiya zarokan, dihat tawanbarkirin derket pêşberî dadgehê û bi 508 salan hat zindankirin.

Dadgehê, di celseya yekemîn de biryara xwe da û Muharem Buyukturk li gorî yasayên Tirkiyê, di asta herî giran de hat cezakirin.

Pisporên dadweriyê ragehandin, li gorî qanûnên Tirkiyê, bi vê cezayê Buyukturk, dê 32 sal di girtîxaneyê de bimîne.

Hemû partiyên dijbere û gelek saziyên civaka sivîl, helwestên tund hemberî destdirêjiya ser zarokan nîşan dabûn û hatibû xwestin li gel cezakirina mamosteyê, divê Dezgeha Xêrxwaziya Ensarê jî bê girtin.