Li Enqerê nîqaşên li ser prosesa çareseriyê

Li Bakurê Kurdistanê şer û operason pêk tên. Li paytexta Tirkiyê derbarê prosesa çareseriyê de di nav rayedaran de nîqaş hene. Ev nîqaş ne tenê li Enqerê, herwiha li Qandîlê jî têne kirin. Li ser prosesê helwesta hikûmetê û serokkomariyê ji aliyê akademîsyen û civaknasan ve hate nirxandin.

K24 – Enqere

Li Bakurê Kurdistanê şer û operason pêk tên. Li paytexta Tirkiyê derbarê prosesa çareseriyê de di nav rayedaran de nîqaş hene. Ev nîqaş ne tenê li Enqerê, herwiha li Qandîlê jî têne kirin. Li ser prosesê helwesta hikûmetê û serokkomariyê ji aliyê akademîsyen û civaknasan ve hate nirxandin.

Li Tirkiyê, ji Hêziranê ve prosesa çareseriyê hatibû asta sekinandinê û paşê jî ew proses hate rawestandin. Lê belê li ser vê prosesê tim nîqaş hebû û hê jî berdewam dike. HDP û PKK dixwazin vegerin ser prosesê. Herwiha tê îdia kirin ku Tirkiye dîsa vedigere ser maseya prosesa çareseriyê. Li ser vê mijarê rojnamegeran pirsa vê îdiayê ji Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş kir lê wî ev îdia jibînîve red kir.

Akamîsyenê Zanîngeha TOBBê Doç. Dr. Burak Bîlgehan Ozpek di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Polîtîkayên hundir, li Tirkiyê gelek tevlihev e. Ji aliyekî ve nîqaşên serokatiyê hene, ji aliyê din ve jî nîqaşa destûra bingehîn heye. Ji ber vê yekê serokkomar dê propagandaya netewperestiyê berdewam bike. Heta bibe serok, ew operasyon dê berdewam bikin. Ez bawer nakim ku hikûmet wê mijarê çareser bike. Divê pirsgirek di parlementoyê de bê çareserkirin.“

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan di 24mîn civîna mixtaran de derbarê vê mijarê de axivî û got ku “Me berê got “Prosesa demokratîk” bi ser neket. Me got “ Biratî û yekitiya netewî” ew jî bi ser neket. Herî dawî me got “Prosesa Çareseriyê “ vê carê jî ev yek hate îstîsmarkirin û dîsa bi ser neket. Niha dem dema operasyonê ye. Bi riya operasyonan, ev mesele dê bi dawî bê.”

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Oztûrk Tûrkdogan ji K24ê re got: “Ez difikirim ku di demek kurt de dîsa wê prosesa çareseriyê dest pê bike. Ji ber ku rewşa Bakûre Kurdistanê gelek xirab e. Herwiha PKK jî ji nav bajaran derdikeve û diçe Rojavayê. Ji aliyê din ve divê di prosesa nû de şandayeke çavderiyê ya navneteweyî cih bigre. Ji ber ku di prosesa din de ev şande tûnebû û ev yek jî kêmasî bû.”

Yekîtiya Ewropa di raporta xwe ya derbarê Tirkiyê de, ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku ew bo pirsgireka Kurd, li parlementoyê, komisyoneke taybetî saz bikin. Herwiha Emerîka jî di raportak xwe de cih dabû vê daxwazê. Lê belê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve ev daxwaz hatibû redkirin.