Ehmed Turk: Ji bilî aştiyê ti rêyek li pêşiya me nîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike, ku rola xwe bo dubare destpêkirina pêvajoya aşityê li Tirkyê û Bakurê Kurdistanê bilîze.
Ji Hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015-an ve li Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û PKK-ê de şer û pevçûnên dijwar rûdidin. Her wiha pêvajoya çareseriyê hatiye sekinandin gelek û bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê wêran bûne.
Ji bo ku dewleta Tirkiyê, PKK û aliyên siyaseta Kurdî dîsa rûnin ser mêzeyê aştiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî û Hikûmeta Herêmê di navbera her du aliyan de dest bi hevdîtinan kirine.
Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ehmed Turk ji helwesta lêgerîna çareseriyê hêvîdar e û dibêje; ji bilî rêyên aştiyane ti rêyên din nîn e.