Egera jinûve destpêkirina Prosesa Aştiyê

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî şer û pevçûnan careke dî Prosesa Aştiyê tê axaftin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) nûçeyên wek "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê roleke girîng di Prosesa Aştiyê de bigire ser xwe" bi erênî pêşwazî dike.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî şer û pevçûnan careke dî Prosesa Aştiyê tê axaftin. Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) nûçeyên wek "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê roleke girîng di Prosesa Aştiyê de bigire ser xwe" bi erênî pêşwazî dike.

Li Bakurê Kurdistanê ev demeke dirêje di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûn heye. Daxuyaniyên Serokkomar Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AK Partiyê yên wek; "Piştî operasyon bi dawî bibe eger heye ku Prosesa Aştiyê cardin dest pê bike" deng veda. Çapemeniya Tirkiyê cih dide rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo prosesê. 

Aliyê din yê prosesê HDP derbarê vê yekê de dibêje ew ji pêşî giringiyê didin siyaseta aştiyane û rê û rêbazên çareserkirinê û girîngiya rol û navbeynkariya Mesûd Barzanî ya di prosesê de tîne ziman. 

Parlamenterê HDPê Adem Geverî ji K24ê re got: " Ez bi hêvî û bi bawerî me. Gava em bala xwe didin, gotûbêjên niha, ez bi hêvî me ku Birêz Barzanî dê cardin bi awayekî rola xwe bilîze. Naxwe, şer dê bi dawî nebe û tu aktorên polîtîk yê navxweyî dê nikaribe li Tirkiyê di jinûvedestpêkirina prosesê de rolekê bilîze."

Parlamenterên HDPê daxuyaniyên derbarê jinûvedestpêkirina Prosesa Aştiyê yên ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn jî girîng dibîne û lê dibêjin pêwîste dewlet demildest ji polîtîkayên şer vegere. Herwiha HDP dibêje ew ên her tim spasdarên wan kesan bin ku di prosesa aştiyê de rola xwe bilîze.

Herwiha Parlamenterê HDPê Mehmet Ali Aslan anî ziman: "Birêz Barzanî an kesekî din ferq nake, kî vê berpirsiyarê bigire ser xwe, em ê ji bo aştiyê, ji bo silametiya gelan, spasdarên wan be. Em ê bêjin xwedî ji wan re razî be ku ev bar li xwe girtin."

Prosesa Aştiyê ji Adara 2013an û heta Adara 2015an, bi awayekî serkeftî birêve çû. Di van 2 salan de şer û pevçûn bi temamî rawestiyabû û di raya giştî de hêviyeke mezin çêbûbû ku aştiyeke civakî û mayinde peyda bibe. Lê belê di prosesa hilbijartinên 7ê Hezîranê de, şer û pevçûn cardin dest pê kir. HDPê ji bo ew prosesa 2013an vegere, giringbûna rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, navbeynkariya dewletên mezin yên mîna Emerîkayê û misyona Serokê PKKê Abdullah Ocalan tîne ziman.