Yekem birîndarên Qamişlo gihêşte Başûrê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekem birîndarên şer û pevçûnên Qamişlo bi mebesta wergirtina çareseriya bizîşkî, gihêşye Nexweşxana Giştî ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê.
Keçek ku di şer û pevçûn bajarê Qamişlo de birîndar bûbû, bi mebesta wergirtina çareseriya bizîşkî, îro gihêşte Nexweşxana Giştî ya Zaxoyê.
Serokê Hermêma Kurdistanê Masûd Barzanî wek destpêşxerî u hevkariyekê bo Rojavayê Kurdistanê biryar da, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo wergirtina birîndarên şerê Qamişlo di amadebaşiyê de bin.
Ji 20 Nîsanê ve, şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên Asayişa Rojava û YPGê ji aliyekî ve û hêza Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Hikûmeta Sûriyê ji aliyekî din ve derketiye.Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve jî bi çekên giran û topan taxên Qamişlo tobaran dikin.
Li gor ku Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehmed ji malpera Yekitiya Demokratîk re ragihandiye, ku 23 kesan canê xwe jidest dane û 68 kes jî birîndar in, piraniya wan jî jin û zarok in.