Demîrtaş serdana Amerîkayê dike

Serdana Demîrtaş di demekê de ye ku, li Tirkiyê şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de di asta herî jor de ye û vê heftiyê li parlamentoya Tirkiyê mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran tê guftûgo kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Selahedîn Demîrtaş serdana Amerîka dike. Demîrtaş wê ligel berpirsên Amerîka bicive.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş wê roja 28ê Nîsanê serdana paytexta Amerîka Waşîntonê bike. Demîrtaş wê li wir tevlî konferansekê bibe û ligel şêwirmenda wezareta derve ya Amerîka Krîs Kenîy bicive. Herwiha wê ligel berpirsê Koçka Spî yê ewrûpayê Charles Kupchan û cîgirê wî jî bicive.

Hevserokê HDPê Demîrtaş wê li Waşîntonê tevlî Konferansa 'Xweserî û Rêveberiyên Xweser: Ceribandinên Kurdan' bibe.