Li Tirkiyê bernameya " Spas Tirkiye" destpê kir
K24-Stenbol
Li Stenbolê bi beşdarbûna nûnerên 30 welatên erebî, bernameyek bi navê "Tirkiye û Kêşeyên Umetê, Spas Tirkiye" hat lidar xistin.
Serokê Yekîtiya Alimên Misilmanên Cîhanê Yusuf Kardawî, Serokê Hamasê Xalid Meşal jî beşdarî bernameyê bûn û her yekê axaftinek kirin û dan xiyakirin, ew spasdarê Tirkiyê ne. Her wiha di bernameyê de helbest hatin xwendin û her wiha şano hatin nîşan dayîn.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Yalçin Akdogan jî di bernameyê de axivî û got, Tirkiye, ji ber helwesta xwe, ji hêla mazlûman ve tê heskirin, lê neyarên Tirkiye jî zêde dibin û destnîşan kir ku, ewê helwesta xwe ya bo Misr, Filîstîn û Sûriyê berdewam bikin.