40 birîndaran Qamişlo li Dêrikê hatin dermankirin

Birîndarên ku bo nexweşxaneya bajarê Dêrikê hatibûn veguhestin, di heyama sê rojan de hatin dermankirin û piraniya wan vegerîn malên xwe. Pizişkên nexweşxanê tekez kirin ku rewşa birîndarên mayî cîgir e û ti metirsî li ser jiyana wan nîn e.

K24 – Dêrik

Birîndarên ku bo nexweşxaneya bajarê Dêrikê hatibûn veguhestin, di heyama sê rojan de hatin dermankirin û piraniya wan vegerîn malên xwe. Pizişkên nexweşxanê tekez kirin ku rewşa birîndarên mayî cîgir e û ti metirsî li ser jiyana wan nîn e.

Hejmarek ji welatiyên bajarê Qamişlo yên ku di encama şer û pevçûnên ku dinavbera asayişa rojavayê kurdistanê û hêzên rêjîmê û alîgirên wê de, birîndar bûbûn, bo nexweşxaneya bajarê Dêrikê hatin veghestin, ji ber ku nexweşxaneyên bajarê Qamişlo bi tevayî li navenda bajêr in û şer bi tundî li wê deverê bi rêve diçûn.

Bizîşkê nexweşxaneya Dêrikê Dr. Bedrî Osman derbarê rewşa birîndaran de ji K24ê re axivî û got: “Birîndarên me yên ku parçeyên hawinan li wan ketibûn, birînên wan giran hebûn. Çar kes ji nava wan zik û roviyên wan qul bûbûn, lê piştî emeliyata neştegiriyê rewşa wan bi serkeftin derbas bû.” 

Nêzî 40 birîndaran  gihiştin nexweşxaneya Dêrikê, di heyama sê rojan de hatin dermankirin û piraniya wan vegeriyane malên xwe piştî rewşa wan a tendirustî baş bû. Li gorî pizîşkan birîndarên gihiştine nexweşxanê bi giştî rewşa wan ne xerab bû û di nêzîktirîn dem de kesên mayî jî dê vegerin malên xwe. 

Birîndarekî ji K24ê re li ser birînên xwe axivî û got: “Em li malê rûniştîbûn dema topek li mala cîranê me ket. Em bi hewara wan ve çûn, jinekê jiyana xwe ji dest dabû, lê di wê demê de topeke din li heman deverê ket û nema min xwe dît ku ez li nexweşxaneya Dêrikê me. Birînên min jî di sîng,dest û lingên min de ne.” 

Li gorî tîma tendirustiyê ya nexweşxaneya Dêrikê, Hindek birîndarên ku birînên wan dijwar bûn, bi rêde jiyana xwe ji dest dan.