Obama: Zehmet e “Herêmeke Ewle” li bakurê Sûriyê serkeftî be

Serokê Amerîkayê dibêje, gelek zehmet e “Herêmeke Ewle” li bakurê Sûriyê serkeftî be, bêyî destêwedaneke leşkerî ya berferh.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê dibêje, gelek zehmet e “Herêmeke Ewle” li bakurê Sûriyê serkeftî be, bêyî destêwedaneke leşkerî ya berferh.

Serokê Amerîkayê Barak Obama di konfiranseke rojnamevanî de ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel îro ragihand ku, pirsgirêka avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê ne girêdayî xwastin û nexwastina wî ye, lê bo avakirina herêmeke ewle pêwîstî bi hêzeke leşkerî ya mezin heye.

Şêwirmenda Almayayê Angela Merkel, duh serdana kampa penaberên Sûriyê li Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kiribû û ragihandibû, daxwaza avakirina herêmeke taybet û ewle li bakurê Sûriyê ji bo penaberan li Sûriyê kiribû.

Hercar Tirkiyê daxwaza avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê dike. Tirkiyê dibêje ku ew navçe ji bo hewandina penaberên Sûrî û parastina ewlehiya Tirkiyê ye. Lê ew navçe herêmên Koban û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda dike.