Xurmatû: Piştî ragihandina agirbestê 2 welatî birîndar bûn

Piştî ragihandina agirbestê li bajarokê Xurmatûyê ya ser bi Parêzgeha Kerkûkê ve, du welatî ji aliyê mîlîşyatên Heşda Şeibî birîndar bûn.

K24 – Kerkûk

Piştî ragihandina agirbestê li bajarokê Xurmatûyê ya ser bi Parêzgeha Kerkûkê ve, du welatî ji aliyê mîlîşyatên Heşda Şeibî birîndar bûn.

Şeva borî çekdarên Heşda Şeibî li Xurmatûyê êrîşî li ser baregehên hêzên Kurdî kirin,  îro jî li danê sibê şer di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî li Xurmatûyê dest pêkir. Herwiha bi danê êvarê re Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amerî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm agirbestê ragihandin.

Peyamnêrê K24ê li Xurmatûyê ragihand ku, piştî ragihandina agirbestê li Xurmatûyê, 2 welatî bi guleyên çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûn.

Her li gor peyamnêrê K24ê, ku bi dehan Pêşmergeyên xwebexş li ser rê û kolanên sereke ya Xurmatûyê rawestiyane, bo rûbirûbûna metirsiya Heşda Şeibî bikin. Heta piştî ragihandina agirbestê dengê teqeyan tê bihîstin.

Tê zanîn ku, Di encama şerê di navberê hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de fermandarekî hêza Pêşmerge Emîd Sîrwan Muhemed û 4 Pêşmergeyan şehîd bûn.