ENKS girtina ofîsa PDK-S û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê şermezar kir

Duh, Asayîşa Rojava ofîsa her du partiyên Yekîtiya Kurd li Sûriyê û PDK-S girtibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtina ofîsa her yek ji Partiya Demokratîka Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li bajarokê Til Temir şermezar kir.

Derbarê vê mijarê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) beyanameyek belavkir tê de wiha gotibû: "Di dema ku, bajarê Qamişlo rastî êrîşa rejîma Sûriyê û alîgirên wê dibe, bi dehan welatiyê sivîl şehdibin, PYDê ofîsên partiyên Kurdî digre, di nav de jî ofîsa PDK-S û ya partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê."

Di daxuyaniyê de wiha jî hatibû: "Em weke ENKSê van siyasetên PYDê redikin û qebûl nakin, herwiha  girtina wan ofîsan şermezar dikin, ji ber ku, ev kiryar  nakeve xizmete berjewendiyên gelê Kurd de.

ENKS di daxuyaniya xwe de daxwaza ji PYDê kir ku,  li xwe vegere û wan girityên di zindanên xwe de berde, daku tevgera Kurdî bi awayeke cidî kar û xebata xwe bike .

Duh, Asayîşa Rojava ofîsa her du partiyên Yekîtiya Kurd li Sûriyê û PDK-S girtibûn.