Alîcan Onlû xwest endamên asayîşê bêne dadgeh kirin

Parlementerê HDPê Onlû amaje bi wê yekê jî kir ku, her rêk û rêgez serobino bûne û hêviya wî tuneye ku, derbarê wê bûyerê de encameke erênî bi dest bixe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/de7df858-0796-4c26-a19e-2e2940c5ff88/AlicanOnlu.ism/manifest

K24-Dêrsim

Parlementerê HDPê yê Dêrsimê Alîcan Onlû îdia kir ku polîsên hêzên taybet bi şev wesayîta wî ya şexsî rawestandiye û çek dirêjî wî kiriye.Onlû serî li dozgeriyê da ku derbarê wan polîsên ku çek  lê kişandine jêpirsîn bê  destpêkirin.

Bûyerê li taxa Sîhenkê kolana Gaffar Okan a li ser Bajarê Dêrsimê rû da. Parlementerê HDPê Alîcan Onlû, hevsera wî û şewîrmendê wî dema ku, bi wesayîta xwe ya şexsî diçûn serdana xizmên xwe wesayîta wan ji alîyên hêzên taybet û tîmên ku li dij terorê têdikoşin ve hate girtin. Onlû dibêje, piştî ku, wesayîta wan hatiye rawestandin polîsan bêrêzî ji wan re kiriye û çek li dijî wan hatiye kişandin.

Onlu bi navberkariya parêzerê xwe serî li Serdozgeriya Komarê da ku, derheqê midurê ewlekariyê, endamên din yên ewlekariyê û karmendên asayîşê de lêpirsinek bê destpê kirin. Herwiha li gorî vê ragihandina tawanê ya Onlu mafên wî yên siyasî, azadiya wî ya ferdî û heqaretê de hem ji aliyê hêzên ewlekariyê û hem jî karmendên asayîşê ve hatiye binpêkirin.

Derbarê wê bûyerê Parlementerê HDPê Yê Dêrsimê Alîcan Onlû wiha ji K24ê re got:"Hikûmeta AKPê dixwaze me li ber çavê welatiyan û li ber çavê gel bêrêz bike û hertim polîtîkayên bi vî rengî berê xwe dide me.Ne leşkerî ne jî walî û qeymeqam piştî biryara AKPê guh nadin me.Bêbextiyê li me dikin da ku, bi dek û dolaban me bixin bin destê xwe. Ev yek ji bo me metirsiyê çêdike."

Li dijî Alîcan Onlû demên borî jî tiştên bi vî rengî pêk hatibûn.Wesayîta wî gelek caran ji aliyê endamên asayîşê ve hatiye rawestandin û gelek caran Alîcan Onlû serî li Serdozgeriya Komarê daye, lê heta niha tû encamên erînî bi dest nexistiye.

Li gorî parêzeran ev helwesta endamên asayîşê, li gorî zagonê di çarçoveya sûç de tê nirxandin.

Derbarê vê mijarê Serokê Baroya Dêrsimê Ozgûr Ûlaş Kaplan wiha ji K24ê re axifî:"Alîcan Onlû nûnerê gele û nûnerê bajêr e. Rêk û rêbazên lêgerîna wesayît û lêgerîna kesan heye. Kesên ku derbarê wan de lêgerîn, binçavkirin û rawestandin tune be, kes  nikara tiştekî bi vî rengî li hemberî wan bike. Ev yeka ku li dijî birêz Onlû pêk hatiye di warê hiqûkê de sûc e. Mafê parlementer e ku dozê weke."

Parlementerê HDPê Onlû amaje bi wê yekê jî kir ku, her rêk û rêgez serobino bûne û hêviya wî tuneye ku, derbarê wê bûyerê de encameke erênî bi dest bixe. Herwiha Onlu dibêje ku, hêzên taybet hemû Dêrsim xistine bin kontrola xwe û parlementeriya wan bi tû awayê ji aliyê hêzên ewlakiriyê ve nayê naskirin.