Lavrov tekezî li berdewamiya danûstandinên Cenêvê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Mosko tekezî li ser berdewambûna danûstandinên Cenêvê dike tevî vekişandina endamên şanda opozîsyona Sûriyê dike.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konfiranseke rojnamevanî de li Moskoyê ragihand ku, rewşa danûstandinên Cenêvê dê baştir ba, heger endamên şanda opozîsyonê xwe ji danûstandinan venekişandiba.
Lavrov amaje bi wê yekê kir ku, het danûstandin bipêş kevin, dive ti alî ji beşdarbûna xwe veneger û pabendî biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî bike. Herwiha Lavrov got ku, bandora Tirkiyê li ser şanda opozîsyona Riyazê heye.
Şanda opozîsyonê li Cenêvê ji ber binpêkirina rêjîma Sûriyê ji agirbestê re, pabend nebûna wê ji rakirina dorpêça li ser navçeyên dorpêçkirê, derbaskirina alîkariyên mirovî, azadkirina girtiyan û hikûmeta veguhêz in, daxwaza paşxistina danûstandinan kir heta cibicîkirina mercên wê.