Heşda Şeibî Xurmatûyê topbaran dike

Şer li bajarokê Xurmatûyê dest pê kir û çekdarên Heşda Şeibî bi 4 guleyên Hawinê taxên Kurdan armanc kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû.

K24 – Xurmatû

Şer li bajarokê Xurmatûyê dest pê kir û çekdarên Heşda Şeibî bi 4 guleyên Hawinê taxên Kurdan armanc kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê li Xurmatûyê ragihand ku, çekdarên Heşda Şeibî îro danê piştî nîvro bi 4 guleyên Hawinê taxên Kurdan armanc kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û kesekî din jî birîndar bû.

Berpirsê Komîta Navçeyê ya Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) li Xurmatûyê Ehmed Şêx Lengerî ji K24ê re ragihand, çekdarên mîlîşyata Heşda Şeibî dixwazin wan navçeyê ku ku di çend rojên borî jidest dane vegerînin.  

Ji pêr ve, çekdarên Heşda Şeibî li Xurmatûyê êrîşî li ser baregehên hêzên Kurdî kirin û şer di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî li Xurmatûyê dest pê kir.

Di encama şerê di navberê hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de fermandarekî hêza Pêşmerge Emîd Sîrwan Muhemed û 4 Pêşmergeyan şehîd bûn.

Tevî duh danê êvarê, Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amerî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm agirbestek ragihandin. Lê piştî ragihandina agirbestê, Peyamnêrê K24ê ragihand ku, hîn jî dengê teqeyan ji nava Xurmatûyê tê bihîstin.