Serokê Parlamentoya Tirkiyê daxwaza destûreke olî dike

Di destûra 1924 ya Komara Tirkiyê de dînî dewletê wek îslam hatiye nivîsandin. Ev bend di sala 1928 de ji destûrê hat derxistin û sala 1937, sekulerîzm di destûrê de hat bicihkirin û heta niha berdewam dike.

K24- Enqerê

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Qehreman dibêje, pêwîstî nîne ku, peyva "Elmaniyetê" di destûra nû ya Tirkiyê de hebe û destûra nû xwe ji dîn dûr nexe.

Qehreman, li Zanîngeha Stenbolê beşdarî Konferansa bi navê "Tirkiyeya Nû û Destûra Nû" bû û da zanîn ku,  li cîhanê tenê di destûrên Fransa, Îrlanda û Tirkiyê de Elmaniyet heye û her yek jî wek dizane bikar tîne.

Qehreman got, Tirkiye damezrînerê Rêxistina Hevkariya Îslamî ye û divê ji mijarên olî xwe dûr nexe û destûrek dîndar bê çêkirin.

Ji aliyê xwe ve Serokê CHPê Kemal Kilcîdar ev yeke bi tundî rexne kir û got: "Elmaniyet yek ji piransîpên pêkvejiyana aştiyane ye, ew kesên ku, dixwazin vê yekê binpêbikin,  bûne sedema têşkçûna rewşa Rojhelata Navîne yên ku, olê tevlî siyasetê dikin."