HDP di merasîma cejna Tirkiyê ya neteweyî de cih negirt

Partiyên Kurdistanî jî ji ber helwesta HDPê kêfxweş in û dibêjin divê HDP xwe wek partiyek Kurd bi nav bike
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/34cce942-466b-42cf-9872-a71da9f225c3/HSP%20MerasimenDewleti-Ankara.ism/manifest

K24-Amed

Partiya Demokratîk a Gelan bi beşdarnebûna merasîma cejna Tırkıyê ya neteweyî dîsa di rojevê de ye. HDP di 23êyê Nîsanê de beşdar nebû merasîmên fermî û tenê bi daxuyaniyek nivîskî cejn pîroz kir. Ev helwesta HDPê di çapemeniya Tirkiyê de cihek berfireh girt.

HDP, ji ber mijara parêzbendiyan di van deman de di rojên zehmet de derbas dibe. Partiya Demokatika Gelan vê carê jî ji ber helwesta xwe ya di 23ê yê Nîsanê de bû cihê rexneyan. HDPê di cêjna Tirkiyê ya neteweyî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê hate xwestin ku, parlamentoya Tirkiyê divê vegere ser rihê sala 1920an.

Lê belê HDPê di merasîmên fermî de cih negirt ev helwesta HDPê di çapemeniya Tirkiyê de wek "ji dur ketina polîtîkaya Tirkiyeyîbûn" hate nirxandin.

Pêkhateyên HDPê li ser mijarê xwedî nêrînek cuda ne û dibêjîn HDP xeta xwe diparêze.

Derbarê vê mijarê Hevseroka SKYPê Nejla Kurul ji K24ê re wiha got:"Dema me HDP damezrand, me helwestek Tirkiyeyî li ser xwe girt. Ev helwesta HDPê nayê wê wateyê ku, biryar guheriye, loma beriya 7ê Hezîranê jî HDPê beşdariya merasîmên fermî dikir. Lê belê niha li dijî desthilata mirovekî derdikeve û ev helwest jî ji aliyê hikûmetê ve tê berevajî kirin."

Li aliyê din, Partiyên Kurdistanî jî ji ber helwesta HDPê kêfxweş in û dibêjin divê HDP xwe wek partiyek Kurd bi nav bike û dev ji hissa ku, mecbûre beşdar bibe merasîmên Tirkan yên fermî berde.

Derbarê vê babetê Rêvebirê Hak-Parê Hasan Şeşeogullari ji K24ê re wiha axifî:"Tirk wiha ne; gotinên wan diqulibin, rojekê dibêjin em birayê wan in, rojekê dibêjin em ê xwîna wan bixwin. Eger HDP li gor partiya Tirkiyeyî bike dibe, lê eger bêje ez Kurdim divê neke, neçûna wan rast e."

Ji aliyê din ve şeva borî, ji aliyê rojnameya Cumhuriyetê ve ji bona 23ê Nîsanê resepsiyonek hate lidarxistin û bo resepsiyonê jî ji HDPê beşdariya hevseroka HDPê Figen yuksekdag, parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan beşdarî pêk hat û vê yekê jî rê li ber nîqaşên nû vekir. Wisa diyar e ku, mijar dê demek din jî di rojeva Tirkiyê de dê cih bigire.