NY sibe ligel Staffan De Mistura re dicive

Tê zanîn ku, şanda opozîsyona Sûriyê ji ber pirsa girtiyan û berdewamiya bombebarana sivîlan ji aliyê rejîmê ve xwe ji Cenêvê vekişand.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayîşa Navdewletî sibe li gel Nûnerê Taybet yê Neweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan De Mistura derbarê civînên Cenêvê bicive.

Piştî vekşandina şanda Opozîsyona Sûriyê ji gera siyem a danûstandinên Cenêvê biryare sibe li gor kenala El-Erebiyê Encûmena Asayîşa Navdewletî sibe li gel Nûnerê Taybet yê Neweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan De Mistura derbarê civînên Cenêvê civînekî girtî pêkbîne.

Tevî vekşandina şanda opozîsyonê civînên danûstandinan berdewam in, duh, Nûnerê Taybet yê Neweyên Yekbûyî bo Sûriyê Staffan De Mistura du civîn ligel Serokê şanda rejîma Sûriyê Beşar El-Caferî pêkanîn, di civînê de, El-Caferî têbîniyên xwe derbarê belgeya De Mistura de ligel navborî gotûbêj kirin, ji wan jî guherînên li ser destûrê.

Tê zanîn ku, şanda opozîsyona Sûriyê ji ber pirsa girtiyan û berdewamiya bombebarana sivîlan ji aliyê rejîmê ve xwe ji Cenêvê vekişand.