Di rojeva Tirkiyê de Moşekên DAIŞê yên li Kilîs dikevin

Moşekên DAIŞê yên li Kilîsê dikevin di rojeva HDPê de jî bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c1735f34-8d76-4204-be5e-2bbe2d950a76/LiKiliseRewshaSher-Ankara.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Moşekên DAIŞê yên ku, liKilîsa Rihayê ya Bakurê Kurdistanê dikevin, di rojeva Parlamentoya Tirkiyê de bûn. Muxalefetêhikûmetbi "Newêrekbûnê" sûcdar kir û diyar kir ku divê demildest hikûmet gavan biavêje. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglujî da xuyakirin ku ewê pêşgiriyên leşkerî bigirin.

RêxistinaTerorê DAIŞê êrîşên xwe yên bi moşekan berdewam dike. Di 4 mehên dawîn de DAIŞê ji nava axa Sûriyê bimoşek û topên hawanê 57 caran êrîşî Kilisê kir. Di encamaê rîşan de 17 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn. Li Parlamentoya Tirkiyê jî rojev êrîşên DAIŞê bû.

Di kom civîna AKPê de, bergiriyên bo Kilîsê hatin nirxandin.

SerokwezîrêTirkiyê Ahmet Davutoglu "Em di lijneya xwe ya wezîran de careke din li ser bergiriyan rawestiyan. Bi taybetî dê bergiriyên leşkerî bên zêde kirin.

Serokê Sererkaniyê beşdarî Lijneya Wezîran bû û bo bergiriyên leşkerî amadekariyên pêwîst hatin kirin."

Di kom civîna CHPê de îdiayên "dema moşek li Kilîsê ketin wezîrê AKPê yê li wêderê lêkolîn dikir reviya" hate axaftin. Di kom civînê de daxuyaniya wek "îstixbaratnîn e ku, ew moşek bi zanebûn an bê zanebûn tên avêtin" bi giranî hate rexnekirin.

Serokê Giştîyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê vê yekê wiha got: "Ji xwe li Tirkiyê îstixbaratnîn e, lê belê ev der bûye wek cihê rêxistinên îstixbaratî, biçin ji saziyên biyanî bi pirsin ew ê agahiyê bidin we. Em bûne wekî pêlîstoka li Rojhilata Navîn."

Moşekên DAIŞê yên li Kilîsê dikevin di rojeva HDPê de jî bû. HDPê diyar kir ku,Tirkiye nikare di nava sînorê xwe de herêmeke bi ewle pêkbîne û li ser şer rantparêziya siyasî bi dest dixe.

Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yûksekdag  wiha got:"Yek di bêjeqey ne moşek lê meteor ketiye. Li cihê ku, ev moşek kê avêtiye, ji kîderê avêtiye? Bêpirsîn kes dernakeve û nabêje DAIŞ moşekan diavêje. Em di bêjin çima hûn nabêjin DAIŞ moşekan diavêje. "

Serokê Giştîyê MHPê destnîşan kir ku, wan şandeyek bo Kilîsê şandine û rexne li hikûmetê girt ku, bixemsarî tev diger e û tiştekî nake.

Serokê Giştîyê MHPê Devlet Bahçelî wiha axifî: "Tiştê dilê me diêşîne, bêdengî û tengezariya Serokwezîr Davutoglu ye. Gelo ev bêistiqrarî û bê aramî dê heta kengî berdewam bike?"

Li aliyê din hat ragihandin ku, hikûmeta Tirkiyê ji Emerîkayê daxwaz kiriye ku, bo wan Pergalên Parastina Roketan yênTêrperformans (HIMARS) bişîne da ku, ew li ser sînorê Sûriyê bicih bikin û Kilîsê ji menzîla bataryayên DAIŞê derxînin.