Di 10ê meha bê de danûstandinên Cenêvê destpê dike

Biryare îro, Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê encamên danûstandinên dawî yê ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura re bicive.

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov ragehand ku, eger heye di 10ê meha bê de danûstandinên Cenêvê destpê bike.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov di kongiryekî rojnamevanî de wiha got: "Îro danûstandin dê rawestin, pêwîste Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura dema nû ya destpêkirina danûstandinan bo raya giştî destnîşan bike."

Bogdanov da zanîn ku, eger heye danûstandinên Cenêvê derbarê kirîza Sûriyê û çareserkirina wê di 10ê maha bê de destpê bikein.aşkere kir ku, ew bi berdewamî pêwendiyan bi De Mistura re dikin.

Duh, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura ligel şanda rejîma Sûriyê civîn pêkanibûn, li gor Serokê şandeyê Beşar El-Caferî gotûbêj li ser destûra nû û guhertina hin madeyên wê hate kirin.

Biryare îro, Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê encamên danûstandinên dawî yê ligel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura re bicive.