Li Amedê û Wanê 6 polîs birîndar bûn
K24- Navenda Nûçeyan
Li Amedê û Wanê di encamê êrişê dinav bera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de 6 polîs birîndar bûn.
Li Bakurê Kurdistanê, şerê navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) berdewam dike.
Îro li Wanê taxa Hecîbekir, di demjimêr 5'ê sibê de, di otombêleke zirxpoş a polîsan de bombe hat teqandin û bi roketan êriş hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê 3 polîs giran birîndar bûn.
Li aliyê din, li Amedê navçeya Rezanê, otombêlek zirxpoş a polîsan, ji ber sedemê nehate diyar kirin qulubî, di encamê de 3 polîs birîndar bûn.