NijadperstiyaTirkiyê bi rengên cuda Zede dibin

Li gel şer û pevçûnan û qedexeyên li Bakûrê Kurdistanê, nivîs û vîdeoyên ku, nijadperestiya Tirkiyê dikin bi rengên cuda zêde dibin.

K24-Amed

Li gel şer û pevçûnan û qedexeyên li Bakûrê Kurdistanê, nivîs û vîdeoyên ku, nijadperestiya Tirkiyê dikin bi rengên cuda zêde dibin. Klîbeke ku, li Sûr a Navçeya Diyarbekirê hatiye kişandin, piştî ku, di medya civakî de hat parvekirin, li ser medya civakî û di parlamentoya Tirkiyeyê de bû egera nîqaşan.

Di videoyê de, dijayetî li mafên mirovan tê kirin û peznê serweriya Tirkiyeyê li ser Kurdan tê kirin. Disa Pirsa Kurd wek derewekî tê pênase kirin û gef tê xwarin ku, armancên di rengên kesk û sor û zer de têne daxwaz kirin dê bi guleyan û bi serjêkirinan bên tune kirin. Vîdeoya ku ji 4 xulekan pêktê, li Sûr a Navçeya Diyarbekirê hatiye kişandin û ji bo yad kirina endamên ewlehiya Tirkiyê yên di şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane re hatiye diyar kirin, bi awayekî profesyonel hatiye kişandin û montaj kirin.

Parlamentera Partiya Demkratîk a Gelan HDPê Feleknas Uca jî, di derheqê wê klîbê de, ji bo bersiv dayîna Wrezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Efkan Ala pirsa wê klîbê kir. Uca pirs dike ku, çima li gel 48 roj e operasyon li Navçeya Sûrê xilas bûye, lê qedexe hêj jî li 5 taxan didome û li wê derê kesên ruyên xwe bi serpêçên reş girtîne di nav kavilên navçeyê de klîbekî wiha ku, gelê Diyarbekirê nerazî, nerihet û dlêş dike kişandine?