Amerîka huşdarî da welatiyên xwe li Tirkiyê

Di dema dawî yê de, rêxistina DAIŞê çend teqîn li Enqerê û Stenbolê pêkanîbûn, di encam de gelek kuştî û birîndar hebûn.

K24- Navenda Nûçeyan

Careke din Amerîkayê hişyar da welatiyên xwe û daxwaz ji wan kir ku, geşteyên li nêzîkî cihên navdar nekirn.

Derbarê vê mijarê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Enqereyê di malpera xwe ya înternetê de bi zimanê ingîlî daxuyaniyek belav kir tê de, hemwelatiyên xwe hişyar kir ku, xwe ji herêmên naskirî dûr bikevin û geşteyê tê de nekin.

Berî niha jî Amerîkayê ji metrisiya kiryarên terorî li Tirkiyê welatiyên xwe agehdar kirbûn ku, dûrî cihên geşte têde têne kirin, bazarên mezin û deverên naskirî bibin.

Di dema dawî yê de, rêxistina DAIŞê çend teqîn li Enqerê û Stenbolê pêkanîbûn, di encam de gelek kuştî û birîndar hebûn.