Karvedana şewitandina Radyoya ARTA FM

Şewtandina avahiya radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê, karvedanên curbicur li paş xwe dihêle, hin çalakvan, saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tometbar dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/20f3dc4a-9d72-4964-8d06-c920ac27cfd5/Arta%20FM.ism/manifest

K24 – Amûdê

Şewtandina avahiya radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê, karvedanên curbicur li paş xwe dihêle, hin çalakvan, saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tometbar dikin.

Rêvebirê Cîbicîkar yê ARTA FM Sefqan Hesen ji K24ê re gotibû: “12 kesên ku ser rûyên xwe girtîbûn, derbasî radyoyê bûn hin alav û kompiyoterên dezgehê dizîn û piştre agir bi dezgeha ARTAyê xistin.”

Ji aliyê xwe ve, serkirdeyên Rêveberiya Xweser tekez dikin, ku azadiya derbirînê li Rojavayê Kurdistanê misoger e, lê hin girûpên nenas hewl didin ku ezmûna rêveberiyê reş bikin

Serokê Desteya Hindirîn li Kantona Cizîrê Kenan Berekat derbarê şewitandina radyoya ARTA FM ji K24ê re ragihand û got: “Şewitandina Radyoya ARTA bo armancê ye ku kesên şovînist û bikîn li ser azadiya ramanê. Em wek Desteya Hundirîn em dibêjin mafê azadiyê jib o hemû ragihandinê heye.”

Herwiha Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê derbarê şewtandina dezgeha ARTA FM daxuyaniyek belav kir, tê de şwetandina wê dezgehê şermezar kir û daxwaz ji Asayîşê Rojava kir ku, lêkolînek derbarê bûyerê de were kirin.