Lavrov bo beşdarîkirina Kurd di Cenêvê de rijd e

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ku, ewê hemû guvaşên xwe ji bo beşdarbûna Kurdan di gera bê ya danûstandinên Cenêvê de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ku, ewê hemû guvaşên xwe ji bo beşdarbûna Kurdan di gera bê ya danûstandinên Cenêvê de bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovayê di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî ya 5emîn de ragihand ku, ewê hemû guvaşên xwe ji bo beşdarbûna Kurdan di gera bê ya danûstandinên Cenêvê de bike.

Lavrov di axaftina xwe de diyar kir ku, li Iraq, Libya, Sûriye, Yemen û li welatên din, tenê rêya çareseriya krîzê bi tevlîbûna hemû beşên civakê çareser dibe. Lewre ewê dive Kurd di danûstandinên Cenêvê de beşdar bi.

Ev gotinên Lavrov di demekê de ne, ku aliyê opozîsyona Sûriyê ragihandiye ku ti hêviyeke wan bi danûstandinên Cenêvê nemaye, ku encam erênî bin.

Endamê Desteya Bilind a Opozêsyonê Corc Sebra dabû zanîn ku, heta daxwazên wan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve neyin cîbicîkirin danûstandinan nakin.

Tê zanîn ku, şande Opozîsyona Sûriyê ji ber berdewamiya êrîşên rejîma Sûriyê li ser sivîlan, pirsa girtiyan xwe ji danûstandinan vekişand.