Hekem Xelo: Çend Cenêv û rêkeftin çê bibin dê vala derkevin

Bi hezaran welatiyên bajarê qamişlo 29 şehîdên ku di şerê di navbera rêjîma Sûriyê û Asayişa Rojava de jiyana xwe ji dest dan, bi axê hatin spartin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/08866c02-1f6b-4fd7-a37d-f5190a3d909f/Shehid%20qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bi hezaran welatiyên bajarê qamişlo 29 şehîdên ku di şerê di navbera rêjîma Sûriyê û Asayişa Rojava de jiyana xwe ji dest dan, bi axê hatin spartin.

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya li Qamişlo, Merasîma oxirkirina şehîdên ku ji hêza asayiş û şervanên YPG û kesên sivîl bûn, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve birêve çû.

Berpirsên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku piştî vekişandina Desteya Danûstandinan ya Îtlafê ji Cenêvê, rêjîmê wekî serkeftineke siyasî ji xwe re dibîne, dixwest nameyekê ji rêveberiyê re bişîne û bibêje ku ez bi hêz im û hîn li ser erdê heme.

Serokê Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cizîrê Hekem Xelo ji k24ê re got: “Îro me ev name da rêjîm û hevalbendên wê û hemû hêzên ku li ber mafê miletê Kurd disekinin, êdî miletê Kurd bi hêz û rêxistin e. Nabe hûn li ser miletê kurd re derbas bibin. Çend Cenêv û rêkeftin çê bibin, dê vala derkevin.”

Di encama şerê sê rojan li bajarê Qamişlo, 3 çekdarên YPG û 7 endamên asayişê û hejmarek ji xelkên sivîl şehîd bûn. Bi merasîmeke mezin li goristana şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.